Li Marsilya ji bo Kobanê meşa dirêj a du rojan

Li Marsilya ji bo Kobanê meşa dirêj a du rojan

Li bajarê Marsîlya yê Fransa bi armanca piştgiriya ji Kobanê re ciwanên Kurd wê meşeke dirêj a du rojan "Kobanê hêviya gelan e, Kobanê nakave” li dar bixin.

Meşa Meclîsa Ciwanên Azad a Marsîlya 18’ê Cotmehê saet 08.00’an li Marîgnane wê destpê bike û 19’ê Cotmehê li Marsîlya wê bi dawî bine. Çavlirê ye nêzî 200 ciwanan tevlî meşê bibin.

Di tevahiya meşê de wê li bajarokan belavok bên belavkirin û der barê êrîşên çeteyên DAIŞ de wê agahî bên dayîn. Ciwan roja Yekşemê jî li Bendara Vîeuxa Port a Marsîlya wê meşa xwe bi dawî bikin.