Li Marmarayê bi hezaran kes ji bo 1’ê Gulanê li qadanbûn

Kedkarên ku li Kocaelî, Bûrsa û Edîrneyê hatin gel hev, 1’ê Gulanê pîroz kirin.

KOCAELΠ

Li Kocaeliyê nûnerên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, Malên Gel, Kolektifa Xwendekaran, EMEP, CHP, HDP, DSP'ê û gelek saziyên sivîl û rêxistinê demokratik li Parka Mafên Mirovan a Kocaeliyê kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bi pankart, dowîz û siloganan 1'ê Gulanê pîroz kir û daxwazên xwe anîn ziman.

BÛRSA 

Bi hezaran karker li kolana Çarşamba li pêş MEB'ê kom bûn û meşiyan Statduyam Ataturk. Endam û nûnerên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, CHP û HDP'ê rexistinên civakî meşiyan û pankart û dowîz vekirin. 
Nûnerên karkeran li vir xaftin kirin û tundiya li dijî kedê û mafê karkeran şermezar kirin û heqê keda xwe xwestin. 

EDİRNE

Li Edîrneyê jî di pêşengiya DÎSK'ê de bi hezaran karker li Qada Ataturkê kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bi pankart, dowîz û alên xwe daxwazên xwe anîn ziman.