Li Madrîdê kampanya piştevaniya Rojava destpê kir

Li Madrîdê kampanya piştevaniya Rojava destpê kir

Li Spanyayê, Komîteya Alîkarî û Piştevaniya Rojava û Gelê Kurd, li UGT'ê civînek lidar xist û starta kampanyayê da.

Li paytexta Spanya Madrîdê, Komîteya Alîkarî û Piştevaniya Rojava û Gelê Kurd bi beşdariya du sed kesî civînek lidar xist û starta kampanya alîkariyê ya ji bo Rojava da.

Di civînê de nûnerên gelek rêxistin çep, sosyalîst, anarşît û otonom amade bûn.

Hat ragihandin ku alîkariyên ji bo Rojava bên komkirin, wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê werin şandin.