Li Londonê serdana ‘şermdar’ a Erdogan hate protestokirin

Li paytexta Îngîltere Londonê li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan çalakiyek din a protestoyê hat lidarxistin.

Çalakiya protestoyê beriya hevdîtina Serokwezîra Îngîlîz Teheresa May û Erdogan li nêzî avahiya Serokwezirtiyê hate lidarxistin.

Çalakî li ser banga Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ve hate kirin, Kurdan jî piştgirî da çalakiyê. Çalakgerên Kurd bi pankarta ‘Terorîst’ ku wêneyê Erdogan li ser e beşdarî çalakiyê bûn. Li aliyê din Kurdistaniyan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Berpirsa RSF a Qralyeta Yekbûyî Rebecca Vîncent wiha got; “Divê hikûmeta me bizane ji azadiyên bingehîn bi guman in. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê nêz dibin. Di çarçoveya Rewşa Awarte de mirov nikare xwe bigihîne agahiyên xweser. Hilbijêr berî ku hemû agahiyan hîn bibin wê bi kampanyayeke demkurt biçin ser sindoqan.”

Vîncent got, vexwendina Erdogan a Qralyeta Yekbûyî û xaliya sor ya li pêşiya wî hatiye danîn cihê ‘şermdariyê’ ye.

Serdana Erdogan a 3 rojan roja Yekşemê dest pê kir. Di çarçoveya vê serdanê de Erdogan piştî ku bi Serokwezîr Theresa May re hevdîtin pêk anî wê ji aliyê 2’emîn Qralîçeya Elîzabet ve were qebûl kirin.

Roja Duşemê jî serdana Erdogan bi çalakiyekê hatibû protestokirin. Di vê navberê de komeke nîjadperest ku dixwestin piştgiriyê bide Erdogan gef li çalakgeran xwaribû.