Li Lîegeyê çalakiya rûniştinê, li Fransayê jî çalakiya meş û kon

Li Lîegeyê çalakiya rûniştinê, li Fransayê jî çalakiya meş û kon

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo Kobanê li ser piyane. Li bajarê Belçîka Lîege bi pêşengiya jinan meşa hat lidarxistin, bi sedan kes tevlî bûn, li bajarê Marsîlya yê Fransa li ber kanala France 3 Tv çalakî pêk hat. Li Toulouse jî çalakiya kon didome.

LIEGE

Li bajarê Belçîka Lîege li ser banga KCD-E gel daket qadan. Bi sedan Kurdistanî bi pêşengiya jinan heya Qada Katedral meşiyan. Piştî meşê axaftinên hatin kirin de peyama, “Em ê li rex berxwedana Kobanê cih bigirin” hat dayîn.

Girseya li Qada Katedral çalakiya rûniştinê pêk anî, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê bi dirûşmayan şermezar kir.

Endamên Komeleya Elewiyan a Lîege û Sûryaniyan piştgirî dan çalakiyê.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî li ber kanala France 3 TV çalakiya rûniştinê pêk hat. Çalakvanên banga, “Li hemberî komkujiyên li Kobanê çêdibin bêdeng nemînin” kirin, di hevdîtina bi rayedarên televîzyonê re pêk anîn de daxwazên xwe anîn ziman.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse jî çalakiya kon didome. Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li hemberî Kobanê û piştgiriya bi Kobanê re li Qada Capîtol a Toulousê çalakiya kon didome.

Di çalakiya raya giştî ya Fransa eleqeyekî zêde nîşan kirin gelek belavok hatin belavkirin û agahdarkirin çêbû.

Kurdistaniyên li Toulouse dijîn li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê wê saet 17.00’an meşekê li dar bixin.