Li Kolnê meşa ji bo Dersim û Heskîfê

Xisar û talana ku dewleta Tirk li xweza û dîroka Kurdistanê dike, bi meş û mîtîngekê li Kolnê hate şermezarkirin.

Mîtîng li bahnhofvorplatzê pêk hat û nûnerên FEDA, AABF, AGÎF, FDG, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê axivîn.

Di çalakiyê de bi nîşandana wêneyan, şewata ku dewleta Tirk li daristanên Dersimê derxistiye û talan û tinekirina dîrokê ya li Heskîfê hatin nîşandan. Her wiha, mirovên li Barcelonayê di êrîşa terorê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Piştî mîtîngê girseya gel meşiya.

Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê, FEDA, Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, AABF, ADEF, Meclîsa Dersimê, Federasyona Dersimê ya Ewropayê, AGÎF, Cîhaneke lê bê jiyîn, ADHK, Însiyatîfa Mereşê û HDK-Kolnê ve hate organîzekirin.

Di dema meşê de hem bi axaftinan, hem jî bi belavkirina belavokan li ser mijare agahî ji raya giştî re hate dayin.

Du wêneyên di meşê de hatin hildan bi taybetî bal kişandin. Di wêneyekî de xezalek di nava şewata li daristanê xuya dikir. Di wêneyê din de jî rewşa berê ya Palmyra û Heskîfê û rewşa piştî bombekirina wan dihate nîşandan.