Li Kolnê ciwanan kon vedan

Li bajarê Koln ê Elmanyayê di pêşengtiya Ciwanên Azad de, ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konê agahdarkirinê hat vedan.

Di çalakiya saet 14:00’an li Koln Bahnhofvorplatzê destpê kir de, kesên ku serdana standa agahdarkirinê kirin, têkildarî mijara rewşa Ocalan agahî girtin. Belavok hatin xwendin û belavkirin.

Sibê jî di pêşengtiya Ciwanên Azad de meşeke ku daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman wê bê lidarxistin. Meşa ku wê saet 13:00’an ji Bahnhofvorplatzê destpê bike, wê Kurdistanî û dostên wan ên li Koln, Dusseldorf û Bonê dijî jî beşdar bibin.