Li Kobanê pirsgirêka doktor û dermanan heye

Li Kobanê pirsgirêka doktor û dermanan heye

Piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kantona Kobanê kirin 3 nexweşxaneyên li bajêr jî bûn hedefa bombe û êrîşan. Ji ber vê yekê li bajêr pirsgirêkên tendûristiyê tên jiyîn. Ji ber şerê dijwar hem pêdiviya doktoran hem jî pêdiviya bi dermanan heye. Lê ligel hemû kêmasiyan jî 4 doktor şev û roja xwe dikin yek û birîndar û nexweşan tedawî dikin. Yek ji doktorên ku ji destpêkê heya niha Kobanê neterikandiye Welat Xelîl Omer e û dibêje pirsgirêkên cidî hene. Omer diyar kir ku ew ancax birîndarên sivik dikarin derman bikin.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê 3 nexweşxaneyên ku li Kobanê hebûn jî rastî êrîşa bombebaranê hatin. Niha her 3 nexweşxane jî nayên bi kar anîn. Her roj bi dehan hemwelatî û şervanên YPG/YPJ’ê birîndar dibin û nexweş dikevin. Lê tenê 4 doktor li Kobanê hene. Maleke ku 2 odeyên wê hene niha wek nexweşxaneyê tê bi kar anîn. Doktorê bi navê Welat Xelîl Omer ku ji destpêkê ve Kobanê neterikandiye dibêje ji 3 payan 2 hemwelatiyên sivîl in têne nexweşxaneyê. Omer diyar kir ku nexweş bi gelemperî jin û mêrên extiyar û zarok in û got ku ne tenê hejmara doktoran têr dike ne jî derman.

‘TENÊ EM BIRÎNDARÊN SIVIK DERMAN DIKIN’

Piştî êdî hewa ber bi sermayê ve diçe û demsala payizê dest pê kir, giliyên nexweşiyan jî zêde dibe û hejmara nexweşan jî zêdetir dibe. Omer dibêje ku ji ber şer û pevçûnên mezin hene ji hêla xwarin û vexwarinê ve jî hemwelatî pirsgirêka dijîn û ev yek jî li ser tendûristiya wan bandor dike. Omer wiha got: “Li vir tenê em şervanên birîndar derman nakin. Nexweş û birîndarên sivîl jî pir in. Di rojên dawî de jin û mêrên extiyar û zarok gelek serî li nexweşxaneyê didin. Lewre hewa êdî ber  bi sermayê ve diçe demsal diguhere. Dîsa ji ber ji hêla xwarin û vexwarinê ve pirsgirêk hene jî pirsgirêk tên jiyîn. Li vir ligel hemû  bêderfetiyan jî tiştên ji destên me tê em dikin. Gelek nexweşên ku tên ji me xwarinê dixwazin; lê ew derfetên me ku em xwarinê bidin wan tune ne. Tenê em li vir birîndarên sivik derman dikin.”

‘PIRSGIRÊKA DERMAN PIR E’

Omer balkişande ser kêmasiya derman jî û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Derman pir kêm e. Çend roj berê hin alîkariya derman ji me re hat lê ev pêdiviyan pêşwazî nake. Ji 3 para parek ancax şervan in yên tên nexweşxaneyê. Yên din tev sivîl in. Her yek ji wan nexweşiyên wan yên cûrbecûr hene. Li cem me jî dermanên van nexweşiyan tune ne. Niha li vir em 4  doktor nexweşan derman dikin û hejmara me pir kêm e. Doktorên me yên profesyonel ji neçarî ji bajêr derketin. Wek nexweşxane jî em xaniyekî du odeyên wê hene bi kar tînin. Li odeyekê em nexweşan derman dikin li odeya din jî emeliyatê pêk tînin. 3 nexweşxaneyên me hebûn her 3 jî hatin bombe kirin.”

Omer anî ziman ku derfetên wan yên nexweşan di bin muşahedeyê de bigirin jî tune ne û wiha got: “Cihê me biçûk e. Ji ber vê yekê piştî em nexweşan tedawî dikin an jî emeliyat dikin di nava bajêr de em wan li hin malan bi cih dikin. Dermankirina wan êdî li wan malan berdewam dike.” Omer careke din bal dikişîne ser hemwelatiyên sivîl û dibêje ji 10 hezaran zêdetir sivîl li bajêr hene. Omer dibêje ku ligel nexweşiyan yên ku bi parçeyên topên hawanan birîndar bûne jî pir in.

10 KES JI BER LI BERÎ HATIN RAWESTANDIN MIR IN

Omer bi bîr xist ku ji ber dewleta tirk dem dem Deriyê Sînor yê Kobana Serxet (Murşîtpinar) li nexweşan digire dikevin tengezariyê û wiha axaftina xwe domand: “Heya îro ji ber derî dereng vebû an jî nehat vekirin 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber xwîn zêde ji laşê wan çûn jiyana xwe ji dest dan. 6 ji van şervanên YPG û YPJ’ê bûn, 2 ji wan şervanên Artêşa Azad bûn 2 jî sivîl bûn. Birînên wan giran bûn û diviyabû zû emeliyat bibin; lê ji ber 5 saetan hatin rawesitandin li ser sînor şehîd ketin.”

Omer di dawiya axaftina xwe de xwest ku deriyê sînor bê navber vekirî be û wiha got: “Ger ev derî vebe û gelê me yê Bakur jî piştgirî bide me, hevalên me yên bijîşk werin alîkariya me, em ê gelek pirsgirêkan hêsantir çareser bikin. Ji xwe tenê em kesên birînên wan giran bin û derfeta me ya dermankirinê tune be dişînin Bakur.”