Li Kobanê derbên giran li çeteyan tê xistin
Li Kobanê derbên giran li çeteyan tê xistin
Li Kobanê derbên giran li çeteyan tê xistin
Şervanên YPG/YPJ'ê roj bi roj derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Di şer û pevçûnên dawî yên li Kobanê de, serçete Esetûllah El Şîşanî jî di nav de herî kêm 38 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 78'an de dewam dikin û got, "Şervanên me YPG/YPJ serweriya xwe ya li nava bajêr xurt dikin û li hemû eniyan derbên giran li komên çeteyan didin. Êrîşên bi topên hawanê yên çeteyan jî li dijî navenda bajêr bênavber dewam dike."
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê encamên şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê bi vî rengî ye:
ENIYA ROJHILAT
"Duh bi şev li eniya rojhilat li herêmên Sukul Hal û Kaniya Kurda di navbera hêzên me û komên çete de şer derket. Şer demeke dirêj, bi dijwarî û sing bi sing dewam kir û 8 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
ESETÛLLAH EL ŞÎŞANÎ HAT KUŞTIN
Duh êvarê saet di 18.30'an de li eniya başûr-rojhilat li Meydana Azadî û derdora taxa 48'an şerê ku derket heta danê sibê bênavber dewam kir. Di şerê 3 nuqteyên cuda de derket derbên giran li çeteyan hatin xistin. Li vê herêmê 15 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Di nava çeteyên kuştî de serçeteyekî bi navê Esetûllah El Şîşanî û berpirsyarê sihhiyê fermandarekî çeteyan hene.
ENIYA BAŞÛR
Li eniya başûr jî hêzên me li dijî hin nuqteyên çeteyan êrîş pêk anîn. Çalakiyên hêzên me tevahiya şevê dewam kirin û 12 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin. Cenazeyên 5 çeteyan, 1 çeka BKC û 2 keleş hatin desteserkirin.
Hêzên me li başûr-rojavayê Kobanê li gundê Menîtê jî li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin.
Di nava 24 saetên dawî de 3 hevalên me bi fedekarî li ber xwe dan, bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê."