Li Karlstad û Freîburg ji bo Kobanê çalakiya nobetê ya bi kon
Li Karlstad û Freîburg ji bo Kobanê çalakiya nobetê ya bi kon
Li Karlstad û Freîburg ji bo Kobanê çalakiya nobetê ya bi kon
Ciwanên Kurdistanî yên li bajarê Karlstad ê Swêd ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ dest bi nobetê kirin. Li Stockholmê ku standa agahdarkirine hat vekirin, li bajarê Freîburg ê Elmanyayê jî çalakiya kon du roj in didome.
Çalakiya kon a çapemeniya xwecihî jî eleqeyeke zêde nîşan dide, ji aliyê rêxistinên sivîl û partiyên Swêdî jî tê destekkirin.
Çavlirê ye çalakiya nobetê 4 rojan bidome.
LI STOCKHOLMÊ KONÊ AGAHDARKIRINÊ
Li gel vê Kurdistaniyên li Stockholmê ku dawî li greva birçîbûnê ya 5 rojan anîn ji duh ve li Qada Sergel xebatên agahdarkirinê didomînin. Kurdistaniyên ku stand vekirin, belavokan belav dikin û bang li gelê Swêdî dikin da ku tevlî xwepêşandana girseyî ya roja Şemiyê bibin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd jî daxuyaniyek weşand û bang li Kurdistaniyên li Swêd kir da ku tevlî xwepêşandana 18’ê Cotmehê roja Şemiyê saet 14.30’î li Qada Norrmalmstorg a li Stockholm bibin.
LI FREîBURG LI BER ŞAREDARIYÊ ÇALAKIYA KON
Li bajarê Freîburg ê Elmanya bi armanca piştevaniya bi berxwedana Kobanê re li ber şaredariyê konê nobetê hat vekirin. Di çalakiya ku duh û îro dewam kir bi sedan belavok hatin belavkirin.
Çalakiya konê nobetê ku her roj saet di navbera 10-17.00’an de pêk tê wê roja Şemiyê saet 17.00’an bi meşekê dawî bibe.