Li Îsraîlê wê hilbijartinên pêşwext pêk werin

Li Îsraîlê wê hilbijartinên pêşwext pêk werin

Lihevnekirina 5 partiyên li koalîsyonê û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû nehat çareserkirin. 6 wezîr ji wezîfeyê hatin girtin û wê hilbijartinên pêşwext pêk werin.

Hikûmeta dawî ya Îsraîlê, beriya salekê ji aliyê 5 partiyên navendê û xwedî meyla rastgiriyê ve bi Serokwezaretiya Netanyahû hatibû avakirin. Netanyahû ji ber ku bi wan re li hev nekir, Wezîra Edaletê Tzîpî Lîvnî, Wezîrê Maliyê Yaîr Lapîd û çar wezîrên din ji wezîfeyê girt.

Serokwezîrê rastgir ê Îsraîlê, ku desteka jê kêm bû, bi êrîşa li hemberî Gazzeyê ya di meha Tebaxê re derxist ji sedî 80, dîsa jî nekarî li pêşiya ji hev belavbûnê bibe asteng. Polîtîkayên li hemberî Filistîniyên li Qûdisê dijîn werin meşandin û pêşnûmeya Îsraîlê weke "Welatê gelê Yahûdî û dewleta netewe" pênase dike, rê li ber nêrînên cuda vekiribûn û van nêrînên cuda jî dawî li hikûmetê anîn.

Lîderê Partiya Yesh Atid Wezîrê Maliyê Yaîr Lapîd, nerazîbûn nîşanî hin astengiyên Netanyahû yên di budçeyê de da û ev nerazîbûn bû nuqteya dawî.