Li Îspanya û Elmanyayê li dijî endamên DAIŞ’ê operasyon
Li Îspanya û Elmanyayê li dijî endamên DAIŞ’ê operasyon
Li Îspanya û Elmanyayê li dijî endamên DAIŞ’ê operasyon
Welatên Ewropayê li dijî kesên tevlî DAIŞ’ê dibin û yên vegeriyane Ewropayê di alarmê de ne. Duh sibehê li Îspanyayê binçavkirin pêk hatin û li Elmanyayê jî di hefteyê de du kesên bi gumana DAIŞ’ê hatin girtin.
Rayedarên Elmanyayê diyar kirin ku ciwanên tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane binçav kirine. Kesê bi navê Nezet S ê li bajarê Mulheim an der Ruhr hate girtin, tê gumankirin ku wê li Elmanyayê êrîşek pêk bianiya.
Wezareta Karên Hundir û dozgerê Eyaleta Nordrhein-Westfalen daxuyaniyek da û diyar kir ku endamê DAIŞ’ê yê bi navê Nezet S. li mala xwe hatiye binçavkirin û di lêgerînên ku hatine kirin de wêneyê ku li Sûriyeyê di destê wî de al û çeka wî heye hatiye dîtin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Nezet S yê ku di meha Adarê de li Elmanyayê di dibistana ku dixwend de xebatên cîhadîst meşandiye û ji ber vê yekê hatiye dûrxistin û hat gotin ku berê jî der barê wî de lêgerîn hatiye destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê Nezet. S piştre Elmanya terk kiriye û derbasî Sûriyeyê bûye, di meha Tebaxê de dîsa hatiye Elmanyayê.
Li mala S. der barê ku li welat êrîşekê pêk bîne de jî delîlekî zelal nehatiye dîtin.
Der barê mijarê de Wezîrê Karên Hundir ê Eyaletê Ralf Jager ji rojnemaya Rheinische Post re axivî û diyar kir ku operasyoan dawî îdîayên ku ‘Elmanya di bin tehdîda Selefiyan de ye’ bihêztir kiriye. Li Berlînê Îna buhrî endamekî DAIŞ’ê yê ji Sûriyeyê vegeriyabû hatibû binçavkirin.
Li Îspanyayê jî li bajarê Melîlla û her wiha li bjarê Nodar ê Fasê jî di operasyonên hatine kirin de 9 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin endamê DAIŞ û El Qaîdeyê de ne û di mijara madeyên teqemeniyê de pisporin.