Li Iraqê piştî hilbijartinê jî wê krîza siyasî bidome

Ji bo parlamenta Iraqê hilbijartin hate kirin. Hilbijartin di demeke krîtîk de hate kirin. Gelo wê Iraq aram bibe, ya jî wê tevlîheviya siyasî û krîz bidome? Li gorî me kîjan partî û tifaq bi ser bikeve jî wê nikaribe li Iraqê aramiya siyasî pêk bîne.

Ji bo parlamenta Iraqê hilbijartin hate kirin. Hilbijartin di demeke krîtîk de hate kirin. Gelo wê Iraq aram bibe, ya jî wê tevlîheviya siyasî û krîz bidome? Li gorî me kîjan partî û tifaq bi ser bikeve jî wê nikaribe li Iraqê aramiya siyasî pêk bîne. Dibe ku krîza siyasî, rageşî û şer piştî hibijartinê girantir bibe!

Hemû nasnameyên etnîkî, mezhebî û baweriyên cuda yên li Iraqê tenê di nava demokrasiyê de dikarin li hev bên girtin û di nava aramiyeke siyasî de bin. Iraq ne bi serweriya mezheba Sûnî dikare aram bibe, ne jî bi ya mezheba Şîa. Zêdehiya Şîa li Iraqê nayê wê wateyê ku divê li Iraqê serdest bin. Di nava demokrasiyê de nabe ku mezheb an jî civakeke etnîkî serdest be. Li sîstemeke ku her civak ji aliyê jiyana ciavkî û siyasî ve xwedî îrade be, hingî aramî pêk tê. Ev yek jî bi demokrasiya xwecihî û girtina biryaran ji aliyê civakan bi xwe ve dibe.

Ev çareseriya demokratîk, neteweya demokratîk e ku Rêberê Gelê Kurd bi rengekî herî xweş daniye holê. Netewe dewlet hem ji aliyê etnîkî ve tekparêz e, hem jî ji aliyê baweriyan ve. Dema ku di vê mijarê de tekparêz be, hingî di her mijarê de dibe tekparêz. Ji ber ku tekparêzî nêrîneke. Feraseta netewe dewleta tekparêz rêya xitimî ya Iraqê û gelemperiya Rojhilata Navîn e. Beriya her tiştî divê dest ji feraseta netewe dewletê bê berdan. Eger em feraseta netewe dewletê ya Iraq, Îran û Tirkiyeyê şaş dibînin, ji bo Kurdan jî em rast nabînin. Eger Kurd netewe dewleta ku herî zêde bi zerar dibîne biparêze, wê bikeve xefika herî mezin.

Ya rast, hêza bingehîn a ku feraseta siyasî ya şaş a li Iraqê biguherîn e Kurd in. Eger Kurd bi feraeta netewe dewlet û neteweperestiyê tevnegerin, wê di guhertina Iraqê de bi roleke mezin rabin. Eger bi feraseteke wiha tevbigerin, bi zîhniyeta xwe ya demokratîk û hevgirtî re wê li Iraqê ne serdest be, lê bibe civaka herî bi bandor. Eger di nava 10 salên dawî de bi vî rengî tevbigeriyan, Kurd wê hem hemû herêmên di destê xwe de bi rê ve bibira, hem jî li gelemperiya Iraqê bibûna civaka mînak. Lê belê bi nêzîkatiyên neteweperest re ev firsend ji dest dan. Lewma li şûna ku bibin xwedî hêzeke mezin, derfetên li ber dest jî ji dest dan. Eger polîtîka û zîhniyeta demokratîk esas bigirta rewşa trajîk a li Kerkûkê rû nedida. Şengal û Êzîdxan wê bibûha herêmeke xweser ku xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Li şûna pirsîna li encamên hilbijartina Iraqê, girîng e beriya her tiştî bersiv ji pirsa 'zîhniyet çawa ne?' bê dayin. Kîjan partiya siyasî xwe dispêre demokratîkbûna Iraqê, ew ê bibe partî û tevgera siyasî ya paşerojê. Iraqa demokratîk Kurdistana azad, Iraqa demokratîk Kerkûka azad, Iraqa demokratîk Êzîdxana azad, Iraqa demokratîk herêmên xweser û demokratîk û demokrasiya xweser li hemû herêmên civak û mezhebên cuda, wê li Iraqê aramiyê pêk bînin.

Rabûna li ber ferasetên mezhebparêz bi tevlîkirina hemû mezheban li rêveberiya demokratîk a Iraqê dibe. Rêveberiya herêmên Sûnî divê di destê civaka Sûnî de be. Ev herêm dikare xweser jî bin. Eegr li gelemperiya Iraqê demokrasiya xwecihî bê afirandin, pirsgirêk wê bi giranî çareser bibin. Demokrasiya xwecihî û xweserî rê li ber parçebûnê venake. Berevajî, rê li ber hevgirtinê vedike. Li Bexdayê jî modela Brukselê dikare bê bicihanîn. Bexda hingî dikare bibe sembola yekîtiya Iraqê. Bi vî rengî, li şûna feraseta siyasî ya mezhebî û neteweperest, wê sîstemeke demokratîk a ku xwe dispêre feraseta neteweya demokratîk bê afirandin.

Serketina partiyekê ya jî tifaqekê, pirsgirêkên Iraqê çareser nake. Ji bo Iraqê xwedî feraseteke çawa ya siyasî ye? Mezhebî ye ya jî neteweperest e? Xwedî zîhniyeteke demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk e yan na? Divê mirov bala xwe bidin ser vê. Her zîhniyeta dûrî demokrasiyê, çavkaniya şer, rageşî û nearamiyê ye. Ji ber vê yekê beriya her tiştî divê mezhebperestî û neteweperestî bên terikandin. Mezheb jî, civakên etnîkî jî bi vî rengî dikarin azad bibin.

Ji bo guhertina zîhniyeta siyasî ya li Iraqê Kurd dikarin bi rola diyarker rabin. Lê belê ji bo vê yekê jî divê partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê di zîhniyeta xwe de ji binî ve biguherin. Mixabin PDK û YNK li pêşiya vê guhertinê asteng in. Tevgera Goran û Newayê Nû ku dibêjin ew guherîne, xwedî zîhniyet û polîtîkayeke ku karibin Iraqê biguherînin nînin. Ew jî weke versiyonên lîberal ên PDK û YNK'ê hewl didin li Kurdistanê bi bandor bibin. Halbûkî eger xwedî zîhniyeteke ku demokratîkbûna Iraqê datîne pêşiya xwe bûna, wê bi rengekî xwezayî ji bo Başûrê Kurdistanê jî xwedî projeyeke siyasî ya demokratîk bûna.

Kurdan li Iraqê statuyek bi dest xistine. Ji bo ev statu bigihêje wê astê ku Kurd hemû mafên xwe bi dest bixin, divê mirov xwe li neteweperestî û feraseta dewletperestiyê negirin. Kurd jî, hemû civakên din jî bi demokratîkbûna Iraqê dikarin mafê xwe bi dest bixin. Demokratîkbûn zerarê nade kesî, zerarê nade ti civakê. Iraqa demokratîk tê wateya serketina her kesî. Bi kurtasî demokratîkbûn polîtîkaya 'qezenç bike, bide qezençkirin' e. Bi vî rengî wê li Iraqê Şîa, Sûnî, Kurd, Êzidî, Tirkmen, Kakaî, Suryanî jî qezenç bikin.

Bi vê hilbijartinê re ev yek bi dest nakeve. Xuya ye di vê hilbijartinê de wê eşkere bibe bê li Iraqê mirov çawa nikare qezenç bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA