Li Iraq û Başûrê Kurdistan 5 jê zarok 7 kes mirin

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê di nava 10 rojan de 5 jê zarok, 2 jê jin bi giştî 7 kes hatin qetilkirin, destdirêjî li jinekê hate kirin.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê rêjeya mirinên bi guman ên jin û zarokan her roja diçe zêde dibin. Di nava 10 rojan de li Iraq û Başûrê Kurdistanê 5 jê zarok, 2 jê jin bi giştî 7 kes hatin qetilkirin û destdirêjî li jinekê hate kirin.

DESTDIRÊJÎ LI ZAROKA 10 SALÎ HATE KIRIN, HATE QETILKIRN

Di roja duyemîn a Cejna Remezanê de li Dihgokê Dilîn Welîd a 10 salî ku hatibû revandin, zilamê 47 salî destdirêjî lê kiribû û piştre bi hovane hate qetil kirin.

Li navçeya Zaxo a Dihokê roja 9’ê Hezîranê zilamekê hevjîna xwe ya 34 salî xeniqand û kuşti.

Roja 11’ê Hezîranê jinekî 75 salî li mala xwe mirî hate dîtin. Zilamê 22 salî kurê jina 75 salî rûyê dayika xwe bi dasê parçe kir û di encamê de jina 75 salî ji ber windahiya xwînê mirn.

Li bajarokê Helşo yê Germiyanê roja 13’ê Hezîranê jinek ji aliyê kurmamê xwe ve bi çekê hate qetil kirin.

ÊRÎŞA ZAYENDÎ YA POLÎSAN

Rayedarekî polîs ê paye bilind roja 13’ê Hezîranê bi wesayîta fermî destdirêjî li jinekê kir.

Li bajarokê Guhbel ê Şengalê zaroka 15 salî Martîn Bîro dema ku xwestiye giyayê hişk ê li dora malê bişewitîne li cihê mazotê benzin li giya kir û şewat derket.

Di encama şewatê de jina ciwan giran birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Sinûnê. Tevî hemû mudaxeleyan jina ciwan nehate rizgarkirin.

SERÊ ZAROKA 5 SALÎ HATE JÊKIRIN!

Li bajarokê Xalis ê Diyaleyê Zehra Mihemed a 5 salî ku winda bûbû, piştî saetekê li nêzî malê mirî hate dÎtin. Diyar bû serê Zehra ya 5 salî hatiye jêkirin.

Polîsê Diyaleyê ragihand ku kujer hatiye destgîrkirin.

Hindaf Ferhad Baqi Nihêlî ji bo hênikbûnê xwe avêt Çemê Nihêlê. Hindaf Ferhad Baqî Nihêlî li çem de xeniqî û mir.

Li gorî agahiyên ji hêzên ewlehî, gelê herêm û malbatê hatine wergirtin, Hindaf Ferhad Baqî Nihêlî demek dirêje nexweş bû. Lê nexweşiya wê nehate diyar kirin. Malbatê îdîa kir ku keça wan ji ber nexweşiyê xwe avêtiye avê.

LI DIJÎ BÊDENGIYÊ NERAZÎBÛN HENE

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê tevî zêdebûna rêjeya mirinên bi guman ên jin û zarokan, rêxistinên jin û parlamenterên jin bêdeng in. Li dijî vê bêdengiyê nerazîbûnên gel hene.

Polîsên Herêma Kurdistanê heta niha têkildarî mirinên bi guman ên jinan tu xebatekî berfireh nedane destpê kirin.