Li Hollanda û Elmanyayê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê
Li bajarên Ewrûpayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Hollanda û Elmanyayê de banga xwedîderketina li têkoşînê hate kirin.
Li bajarên Ewrûpayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Hollanda û Elmanyayê de banga xwedîderketina li têkoşînê hate kirin.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollandayê, Amsterdamê ji aliyê Navenda Civakî ya Kurd Demokratîk bi tevlêbûna bi sedan kesan 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Ciya Wan piştî rêzgirtinê axivî û got, “Di şexsê Fermandar Egîd de dilsoziya bi şehîdan re, bi bicihanîna armancên wan em dikarin pêk bînin. Di serî de Kurd hemû gelên li herêmê ji bo jiyaneke azad û wekhev divê xwedî li vê têkoşînê derkevin.”
SIEGBÛRG
Li Elmanyayê Kurdistaniyên li Bonn, Troîsdorf, Sîegbûrg, Meckenheîm û Eûskîrchenê dijîn 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserok, nûnerên PYD’ê û nûnerên saziyan li vê derê axivîn. Siyasetmedar Sînan Dersim li ser girîngiya 15’ê Tebaxê sekinî û banga yekîtiya neteweyî kir.
Piştî sînevîzyona Endamê Lijneya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan a li ser 15’ê Tebaxê, gel pîrozbahî bi govendê domand.