Li Hesekê teqîn
Li Hesekê teqîn
Li Hesekê teqîn
Li ketina bajarê Hesekê di encama teqînekê de 5 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê ragihandine, teqîn saet derdora 15.45’an de li ser rêya Til Temir û Hesekê li nêzî depoya pembo ya li ketina bajar pêk hat. Di encama teqînê de 5 kes bi sivikî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî şahidên bûyerê, teqîn ji ber motorsikleteke bombebarkirî û li herêmê hatibû bicîhkirin pêk hatiye.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.