Li hemberî talana bajêr a AKP'ê bi sedan kes li Valîdebag in

Li hemberî talana bajêr a AKP'ê bi sedan kes li Valîdebag in

Li Valîdebag li hember înşaeta qeçax a mizgeftê berxwedan mezin dibe. Bi sedan kes ku 9 roj in li qada înşaetê nobetê digirin, partiyên siyasî, rêxistinên sosyalîst û sendîka jî beşdarî nobetê bûn.

Di çalakiyê de karkerên li navçeya Ermenek a Karaman di kana komirê de asê man jî ku nahetin jibîrkirin, Foruma Parka Yogurtçu ji bo bîranîna karkerên kana komirê kefenên spî yên bi xwîn hilgirtin.

Sendîka û rêxistinên sosyalîst ên li bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, yek bi yek daxuyaniyên çapemeniyê dan. Rêxistinên girseya demokratîk diyar kirin, tevî biryara rawestandinê ya 7. Dadgeha Îdare jî ku ev talan didome wê destûr nedin û dan xuyakirin li hember mijara ku bajêr parsel parsel ji rantê re tê vekirin wê têbikoşin.