Li hemberî êrîşên çeteyan nobeta sînor berfireh dibe

Li hemberî êrîşên çeteyan nobeta sînor berfireh dibe

Bi hezaran kesên ku li gundê Dewşenê ku rastî êrîşa hawanan ên çeteyên DAIŞ'ê hatin nobeta berxwedanê li seranserê sînor belav kirin. Berxwedêrên ser sînor bi lomên ku ji 15 kesan pêk tê li ser sînor bi cih bûn. Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê çû serdana berxwedêran. HDP jî parçeyên şarapnelê şandin lêkolînê.

Çeteyên DAIŞ'ê ku ji şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin dest bi êrîşkirina sivîlên ser sînor kirin. Bi hezaran welatiyên ku li ser sînor nobeta berxwedanê pêk tînin li gel êrîşên çeteyan jî dest ji berxwedana xwe bernadin. Welatiyên ku li gundê Dewşenê yê Pirsûsê di berxwedana nobetê de ne çalakiya xwe li ser sînor belav kir. Berxwedêran çalakiya xwe heta gundên Mersimêl û Musikê belav kirin û bi komên ji 15 kesan pêk tê li ser sînor bûn mertal.

Endamên Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Îmam Canpolat, Hakan Tahmaz, Mîthat Sancar, Meral Saklayan, Sema Solakli, Murat Çelîkan û Nejdet Çelîk çûn serdana berxwedêrên ku li gundê Dewşenê nobetê digirin. Der barê geşedanên li ser sînor de ji welatiyan agahî wergirtin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk çavên xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hovane digire û got ku wan şarapnelên ku kom kirine şandine lêkolînê.