Li Helsinkiyê meşa 'Qirkirina Enfalê binase'
Li Helsinkiyê meşa 'Qirkirina Enfalê binase'
Li Helsinkiyê meşa 'Qirkirina Enfalê binase'
Bi boneya 25’emîn salvegera Qirkirina Enfalê ku ji aliyê rejîma Sedam a Iraqê ve li hemberî Kurdan pêk hat û di encamê de 182 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan, dê li paytexta Fînlandya Helsinkiyê meşek mezin ber bi Parlementoyê ve bê lidarxistin.
Komîteya amadekar da zanîn ku armanca meşa ku dê roj 15’ê ji îstasyona navendî ya trenê ya Helsinkiyê heta ber deriyê parlementoyê bê lidarxistin, ew e ku ev qirkirin bi fermî ji aliyê parlemento û dewleta Fînlandiyayê ve weke qirkirinê bê nasîn. Komîteyê banga tevlîbûnê li hemû Kurdistanî û dostên wan kir.
Meş bi hevkariya Yekitiya Aşitîyê li Fînlandyayê, Piştgirên Aşitîyê li Fînlandyayê û Forûma Aşitî bo Kurdan li Fînlandyayê tê lidarxistin.
Dem: 15.4.2013 demjimêr 13:00
Cih:Îstasyona trena navendî ya Hêlsinkî (derê aliyê Kaisaniemi)