Li Heidelberg û Bonnê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Heidelberg û Bonnê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Heidelberg û Bonnê çalakiyên ji bo Kobanê
Li bajarên Elmanya Heidelberg û Bonnê, bi armanca piştgirîdayîna berxwedana li Kobanê, çalakî hatin lidarxistin.
HEIDELBERG
Kurdistanî û nûnerên saziyên dost ên li bajarê Heidelbergê hatin cem hev, ji bo Kobanê kon vedan û mîtîng lidar xistin. Çakakiya kon saet di 16'an de li navenda bajêr destpê kir û di çalakiyê de, bi belavkirina gelek belavokan re der heqê Kobanê de agahî hat dayîn.
Di mîtînga li heman herêmê de bi sedan kes civiyan. Di dema çalakiyê de bi zimanê Elmanî, li ser mijara Kobanê daxuyaniyek li çapemeniyê re hat dayîn. Çalakiya ku tê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn, saet di 19'an de bi dawî bû.
BONN
Li Bonnê jî, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sara bi sedan kes bi meşaleyan meşiyan. Di meşa ku li Franenbadê destpê kir de çalakgeran bi dirûşman, çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin.
Di mîtînga piştî meşê de ji berdevkên Meclîsa Jinê ya Sara Dayika Rojîn û nûnera Die Linke axivî. Di çalakiyê de belavoka ji aliyê buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ ve hat amadekirin, hat xwendin û li derdorê gelek belavok hatin belavkirin.