Li Hatayê lehî rabû

Li Hatayê lehî rabû

Li navçeya Hatay Erzînê, ji ber lehiyê li gorî agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî winda ne.

Li navçeyê, ji ber barana dijwar a ji duh êvarê ve dibare, av li malan qewimî. Lehiya li Germavên Îsmet Ilica, mal, kargeh û wesayîtan zerar dîtin.

Cenazeyê Osman Başaran (50) ê tê gotin li ber lehiyê ketiye li cihekî 5 kîlometre dûr hat dîtin. Hevsera wî Zubeyde Başaran jî winda ye. Her wiha tê gotin ku hay ji gelek kesan nîne.

Hejmarek zêde ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji herêmê re hatin veguhastin.