Li Hatayê kamyonet wergerîya ya ku penaber tê de bûn: 6 kes mirin
Kamyoneke leşkerî ya ku penaber tê de bûn û hikumeta Tirk ew dersînor bikirina, li Hatayê wergerîya. Di vê qezayê de 6 kes mirin.
Kamyoneke leşkerî ya ku penaber tê de bûn û hikumeta Tirk ew dersînor bikirina, li Hatayê wergerîya. Di vê qezayê de 6 kes mirin.
Kamyoneta leşkerî wergerîya ya ku ew ê li navçeya Reyhanli ya Hatayê penaber dersînor bikira.
Li gorî daxuyaniya Walîtîya Hatayê di qezayê de 6 kes mirine û 27 kes birîndar bûne.
Walîtiyê diyar kir ku 2 xebatkarên leşkerî birîndar bûne.
DERSÎNORKIRINÊN BI DARÊ ZORÊ Û GUHERÎNA DEMOGRAFÎK
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Farûk Kaymakçi îddîa kiribû ku penaber nayên dersînorkirin. Heman rayedarî îddîa kiribû ku 320 hezar penaber ‘bi daxwaza xwe’ vegerîyane. Rêxistinê mafên mirovan jî diyar dikin ku ev dersînorkirin bi darê zorê tê kirin. Tê diyarkirin ku van penaberan dibin qadên Kurdan ên ku dewleta Tirk dagir kiriye û ji bo polîtîkaya guherîna demografîk tên bikaranîn.