Li Hannoverê ji bo Kobanê çalakî

Li Hannoverê ji bo Kobanê çalakî

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê çalakî pêk hat.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi banga Navenda Civaka Demokratîk re, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê meş û mîtîngek pêk hat. Di çalakiya ku duh êvarê pêk hat, gelek Kurd û dostên Kurdan tevlî bûn. Di çalakiyê de pankartên bi Elmanî hatibûn nivîsandin hatin hildan.

Meşa ku ji gara trênê ya Hannoverê heta navenda bajar a Steîntor berdewam kir, li vir mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de piştgiriya ji bo çeteyan hat şermezarkirin.