Li Hamburg û Essen bi pêşengiya jinan çalakî

Li Hamburg û Essen bi pêşengiya jinan çalakî

Li bajarê Hamburg ê Elmanya Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser berxwedana Kobanê ber bi Parlamentoya Eyaletê ve meşiyan. Li Essen jî jinan kefen li xwe kirin û rê li trafîkê girtin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanya jî bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê di pêşengiya jinan de ber bi parlamenroya eyaletê meşek hat lidarxistin.

Tevî astengî û bendên polîsan jî girse gihişt ber parlamentoyê û daxuyaniyek da. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn, ji bo meşa sibe ya saet 14.30’an wê li ber Hachmannplatz destpê bike banga tevlîbûnê hat kirin.

JINAN LI ESSEN RÊ LI TRAFÎKÊ GIRTIN

Li ser banga KCD-E Kurdên li bajarê Essen ê Elmanya dijîn derketin kolanan. Bi sedan kesên li ber îstasyona trênê ya navendî kom bûn, bi pankart û dovîzên hilgirtin YPG’ya li hember çeteyan şer dike silav kirin. Di çalakiya ku nêzî 2 saetan berdewam kir, Kurdan belavok belavkirin û bal kişandin ser komkujiyên çeteyên DAIŞ.

Di daxuyaniya li vir hat dayîn de, li hemberî bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li ser Kobanê nerazîbûn hat nîşandan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo hûn bêdengiya xwe xera bikin ma hûn ê hîn çiqasî bisekinin? Hovîtî mirovatiyê tehdît dike.”

Di çalakiyê de bênavber dirûşmayên “Bijî YPG/YPJ”, “Bijî berxwedana Kobanê” hatin gotin, komeke jinên Kurd kefen li xwe kirin, destên xwe zincîr kirin û rêya mezin a diçe navenda bajêr demekê ji hatinûçûnê re girtin. Jinên di rê de çalakiya rûniştinê pêk anîn, têkildarî çalakiya xwe belavok belav kirin.