Li Hambûrg, Frankfurt, Den Haag û Saarbruckenê çalakî

Li Hambûrg, Frankfurt, Den Haag û Saarbruckenê çalakî

Li bajarên Elmanya Hambûrg, Frankfurtê û bajarê Holanda Den Haagê çalakiyên edaletê dewam kirin. Li Saarbruckenê jî, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan hat protestokirin.

HAMBÛRG

Jinên li bajarê Elmanya Hambûrgê dijîn, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê lidar xistin. Jinan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Monckebergstrasseyê mîtîngek lidar xistin û bibîr xistin, ku tevî du sal di ser komkujiyê re derbas bûye jî hînê berpirsyar nehatine darizandin.

Çalakiya ku gelek belavok lê hatin belavkirin, wê hefteya pêş li heman cihî dewam bike.

FRANKFURT

Çalakiyên edaletê yên li Franfurtê her hefte ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve tên lidarxistin, duh jî dewam kirin.

Çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê ya li Bockenheimerwarteyê, saet di 14:30 de bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekirin, em ê nedin ji bîrkirin" vekirin û wêneyên şoreşgerên jin ên hatin qetilkirin, hildan. Jinan dirûşmên "Leyla, Sakîne û Fîdan dijîn" bê navber qîriyan.

Çalakî bi xwendina belavoka bi zimanê Elmanî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ ve hatibû amadekirin, bi dawî bû.

DEN HAAG

Çalakiya edaletê ya li Holandayê, vê hefteyê li ber parlamentê ya li bajarê Den Haagê pêk hat. Jinên Kurd daxwaza xwe ya edaletê careke din anîn ziman û broşurên bi Holandî û Îngilîzî belav kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê jî, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan hat protestokirin.

Kurdistaniyên danê êvarê saet di 17'an de li ber Europa Galerî ya Saarbruckenê ciivyan, desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê protesto kirin. Çalakgeran diyar kirin ku hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê bi awayekî vekirî derketiye holê û dirûşmên "Bijî YPG/YPJ", "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan.

Çalakiya ku gelek belavok lê hatin belavkirin, bi dirûşmên destekkirina Kobanê, bi dawî bû.