Li gundê berxwedanê wê xaniyên dîrokî bikin muze

Li gundê berxwedanê wê xaniyên dîrokî bikin muze

Nobeta bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê li xeta sînor tê girtin, gundan û jiyana gundan rêxistin dike. Berxwedêrên ku berê  bi komunên ku ava kirin li gund dar çandin û xaniyên berê tamîr kirin û wek depo bikar anîn, pirtûkxane ava kirin, niha jî xaniyên kumbet ên dîrokî yên gundê Misaynterê tamîr dikin û  ji bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane dê muzeyê vekin.

Çalakiya berxwedana xeta sînor tenê bi çalakiya piştevaniya Kobanê sînor nema û di heman demê de bi saya jiyana komun a berxwedêran rêxistin kiriye, gund jî tên guhertin. Li gundên ku nobet dihat girtin, berxwedêran gundî jî tevlî komunan kirin û modela jiyana azad a li Rojava ketiye jiyanê li gundan jî ava dikin.  Berê pirtûkxane hatibû vekirin, xaniyên kevn hatibûn restorekirin û wek depo hatibû bikaranîn û niha jî kaniyên kumbet ên texrîb bûne tamîr dikin.

Çalakiya nobetê ku ev du meh e li gundê Misaynterê berdewam dike, berxwedêran daxwaza gundiyan jî girtin û  xaniyên kumbet ê dîrokî restorasyona wê dan destpêkirin û ji bo bîranîna Kader Ortakaya û kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane wê bikin muze û pirtûkxane.

GUNDIYAN ERÊ KIR

Riza Horoz ê ku ev du meh e tevlî çalakiya berxwedanê bûye diyar kir ku wî rewşa xaniyên kumbet ên dîrokî dîtiye û ev rewş bi komunan re parve kiriye. Horoz piştî ku li komunê fikra erêkirina restorekirina xaniyan girt, çû cem gundiyan û daxwazên wan jî girt û ji bo alîkariya gundiyan li hemû malan yek bi yek geriya û piştre dest bi xebatên restorekirinê kirin. Horoz û hevalên xwe  xaniyê kumbet ê ji 3 odeyan pêk hat çopa wê berhevkirin û piştre jî bi cihên wê yên hilweşiyayî tamîrkirin. Ji bo xebatan dem bi dem ji şaredariyê jî alîkarî girtin û hat gotin ku ew wê ji bo bîranîna Kader Ortakaya van xaniyan bikin muze.

WÊ PEYKERÊ ARÎN MÎRXAN BÊ ÇÊKIRIN

Horoz der barê xebatan de axivî û got: “Em ji bo bîranîna hevalên xwe yên li Kobanê Şehîd ketine van xaniyan restore dikin û piştre hevalên xwe di van xaniyên dîrokî de bidin jiyîn. Em ê wêne û amûrên wan raxînin. Piştî xanî temam bibin em ê li dora wan daran biçînin. Xanî ax in, em dixwazin derdorê şîn bikin. Em ê beşekê bikin muze û beşekê jî bikin pirtûkxane. Di heman demê de ez peyker çêdikim, di ketina muzeyê de ez ê ji kevirê spî peykerê Arîn Mîrxan çêbikim.”