Parlementerên HDP’ê, hevşaredar, rojnameger û nivîskar jî tê de çalakvan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê ji bo ku NY ji bo Efrînê têkeve nav hewldanan, roja Duşemê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Greva birçîbûnê di roja 3’an de didome.
‘NY NEBE HEVKARÊ SÛCÊ ŞER’
Her roj bi sedan Kurdistanî û dostên wan tên serdana konê greva birçîbûnê. Li pêşiya kon her carê sloganên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan’e tê berzkirin û pankartên ‘NY nebe hevkarê sûc’, ‘Dagirkeriyê bidin sekinandin’ tê vekirin.
COŞA NEWROZÊ
Girseyê li ber def û zirneyê Newroz pîroz kirin û dayîkan bi tililiyan coşa Newrozê geştir kirin. Girse ji bo Efrînê de jî sloganan berz dike.
Şaxa Ciwanên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê JUSO jî hate serdana konê çalakiyê û diyar kir ku ew piştgiriyê didin berxwedana Efrînê. Ciwanan diyar kirin ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd bilindtir bikin.
Di heman demê de ew ê ekîbeke girêdayî Staffan de Mistura yê ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî jî êvarî biçe serdana çalakvanan û ew ê li daxwazên çalakvanan guhdarî bike
DAXWAZ
* Divê qada hewayî ya Efrînê were girtin
*Divê NY hêzeke çavdêriyê bişîne Efrînê.
*Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên gelê Efrînê divê rêxistina Xaça Sor têkeve dewrê.
*Ji bo gelê Efrînê karibe vegere warê xwe divê derfet werin avakirin.
*Ji bo guherandina demografiya li Efrînê pêk neyê divê kesên ne ji Efrînê ne, divê li Efrînê neyên bicihkirin.
*Ji bo şerê ku 2 meh in didome, lêkolînên sûcên şer divê di bin banê NY de komîsyonek were avakirin.”