Li gorî endeksa aştiyê welatên herî metirsîdar

Li gorî rapora bi navê Endeksa Aştiyê ya Global, welatên ku aştî li wan deveran di rewşeke metirsîdar de ye Efrîka û Rojhilata Navîn in, Rûsya jî deh rêzên destpêkê de ye.

Di rapora Endeksya Aştiyê ya Global (GPI) daneyên 162 welatan li gorî 23 parametreyên cuda hatin nirxandin.

Di raporê de ku ji sala 2007'an û vir ve tê weşandin, bandora aştî û aramiya li welatan a li ser aboriya wan tê nirxandin. Di nava pîvanên hatine nirxandin de şer, sûcên rêxistinî û tundî hene û ji ber van sedeman jî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane tên nirxandin. Her wiha şert û mercên mirovan ên ji bo peydakirina çekan, kirîn û firotina çekan tên nirxandin.

WELATÊ HERÎ METIRSÎDAR EFGANISTAN E

Li gorî raporê, di sala 2019'an de li gelemperiya dinyayê welatê ku aştî herî zêde li wê derê di rewşeke metirsîdar de ye Efganistan e. Par di rêza destpêkê de Sûriye hebû. Li Rojhilata Navîn Yemen û Iraq weke welatên ku herî zêde şer lê diqewime li pêş in.

Di nava welatên Efrîkayê de Komara Kongo ya Demokratîk, Lîbya, Somalî, Komara Efrîka ya Navîn û Sûdan a Başûr ew welat in ku herî zêde şer lê diqewime û şer bandorê li mirovan dike.

Rûsya jî ku li Ewropa û Asyayê ye, yek ji wan welatan e ku krîterên aştî û aramiyê lê gelekî kêm e.

Li Komara Kongo ya Demokratîk ji ber şewba Ebolayê zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov di nava rîskê de ne. Tevî vê yekê komkujî û êrîşên komên cuda jî didomin. Lîbyayê jî ku ji sala 2011'an ve şerê navxweyî diqewime di endeksa aştiyê de di rêza heyştemîn a dawî de cih digire.

Li Komara Efrîkayê ya Navîn jî ku bi salan e di navbera komên Misiilman û Xiristiyan de şer diqewime, tê texmînkirin ku şer nêzî nîvê hatineya neteweyî ya wî welatî ji holê rakiriye. Ev rêje bi Efganistanê re di heman astê de ye ku li Efganistanê par nêzî 3 hezar 900 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.