Li girtîgehên Marmarayê di nava salekê de 7 hezar û 349 binpêkirin pêk hatine

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên sala 2024’an bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

Rapor ji aliyê Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî û Endama Komîsyona Girtîgehan Meral Nergîs Şahîn ve hate pêşkêşkirin.

Li gorî daneyên raporê, di sala 2024’an de ji Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê re ji 52 girtîgehan bi tevahî 280 serlêdan hatine kirin.

24 serlêdan ji girtîgehên li Herêma Marmarayê, 26 ji girtîgehên li herêmên din û 2 jî ji girtîgehên derveyî welêt hatine kirin.

DI NAVA SALEKÊ DE 7HEZAR Û 349 BINPÊKIRIN PÊK HATINE

Li gorî raporê hatiye tespîtkirin ku li girtîgehên li Hêrêma Marmarayê 5 hezar û 782 û li girtîgehên herêmên din jî hezar û 681 binpêkirinên mafan pêk hatine. Li gel agahiyên ku bi rêya çapemeniyê hatine bidestxistin jî  di sala 2024’an de li girtîgehan bi giştî 7 hezar û 349 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Kategoriyên binpêkirinan bi vî rengî ne:

             Mafê jiyanê: 30 binpêkirin

             Êşkence, tundî û miameleya xirab: 1099 binpêkirin

             Mafê tenduristiyê: 769 binpêkirin

             Mafê xwarin û vexarina hewce û ava paqij: 600 binpêkirin

             Binçavkirina derqanûnî, darizandina neheqî û binkirina wekheviyê: 236 binpêkirin

             Mafê ragihandinê û tecrîd: 1105 binpêkirin

             Grevên birçîbûnê: 40 binpêkirin

             Li Girtîgeha Îmraliyê: 589 binpêkirin

BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ

Di rapora berbehs de binpêkirinên li Gîrtîgeha Îmraliyê jî hatin eşkerekirin. Têkildarî binpêkirina mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re yên Rêber Apo û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 598  binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Ji van 589 binpêkirinan 442 têkildarî binpêkirina mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re yên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş in û 147 jî têkildarî redkirina daxwazên hevdîtina Rêber Apo ya bi malbat û parêzeran re ne.

32 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Li gorî raporê di sala 2024’an de 7 jê girtiyên li girtîgehên Herêma Marmara bi giştî 32 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê di rapora xwe de jibo pêşîlêgirtina binpêkirinên mafan bang li rayedaran kir û pêşniyarên xwe yên têkildarî çareseriyê parve kirin. Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan divê pêngavên hewce werin avêtin.