Li Girtîgeha Wanê êrîşî girtiyan hate kirin: 3 girtî birîndar bûn

Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê ya ku her dem bi êşkenceyê tê rojevê, gardiyanan êrîşî girtiyan kir. Di êrîşê de 3 girtî birîndar bûn û girtî rakirin nexweşxaneyê.

Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê ya ku ji roja vebûye heta niha her dem bi êşkenceyê hatiye rojevê di 29’ê Gulanê de rewşa tendirustî ya girtiyekî ji nişka ve ne baş bû û girtiyan gazî gardiyanan kir. Ji ber nehatina gardiyanan nîqaş hate kirin û piştre gardiyanan êrîşî girtiyan kirin.

Girtiyê bi navê Ersoy Yilmaz jî di nav de du girtiyên ku navên wan nehate zanîn, di vê êrîşê de birîndar bûn.

Girtiyên ku bi giranî birîndar bûbûn, piştî tedawiyê dîsa ew birin qawîşên wan.

Hate ragihandin ku aloziya li girtîgehê didome.