Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê êşkence: Bila tavilê heyet bê şandin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku êşkence li wan hatiye kirin û xwestin ku heyetek ji girtîgehê re bê şandin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi mebesta azadya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û çalakî di roja 100’emîn de didome. Girtiyên di greva birçîbûnê de rastî derb û îşkenceya îdareya girtîgehan tên. Girtiyê siyasî Vedat Hesas ku li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Kavak a Samsunê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku li girtîgehê îşkence li wan tê kirin. Vedat Hesas ku greva birçîbûnê didomîne, îro li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin, ji bo li dijî vê îtîraz bike ji Dadgeriya Înfazê û Dozgeriyê re name şandiye lê nizane bê ka nameya wî gihiştiye cihê pêwîst an na.

Hesas, di hevdîtina ser telefonê de ev agahî bi malbata xwe re parve kir: “Ji ber ku di dema jimartinê de hevalên me ranebûn ser pêyan, li dijî wan êriş hate kirin. Bi êrişan îşkenceyê li me dikin. Dema ji bo lêgerînê hatin, lêgerîna tazî li hevalên me ferz kirin. Ji ber ku ku hevalên me ev yek qebûl nekirin, rastî êrişan tên. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de bi pereyên xwe ava fêkiyan, semawer û televîzyon kirine lê ev bi awayekî keyfî nayên dayîn. Li vir sepanên keyfî di meriyetê de ne.”

Hesas, anî ziman ku agahiyek bi wan re nehatiye parvekirin bê ka daxwaznameyên ji dadgeriya înfazê û dozgeriyê re şandine gihiştine ber destê wan an na û wiha bi dawî kir: “Heke daxwazname gihiştibin ber destê wan, wê demê ew jî van tiştên hatine kirin destek dikin. Mîna mafya û çeteyan êrişî me dikin. Ji hevalên me yên ji deverên cuda sewqî vê derê hatine kirin re dibêjin; ‘Ev hêj rojên we yên xweş in. Hûn ê bibînin bê ka em ê çi bi serê we bînin.’ Bi van gotinan gefan lê dixwin. Em dixwazin dengê me li her derê bê bihîstin. Divê komeleyên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û parlamenter têkildarî van binpêkirinan şandeyekê bişînin girtîgehê.”