' Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtî terkî mirinê kirin'
' Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtî terkî mirinê kirin'
' Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtî terkî mirinê kirin'
Girtiyên nexweş ên sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrisê hatine kirin, di nameya xwe de diyar kirin ku Abdulmecît Arslan ji ber nexweşiya kezebê û gurçikê her diçe rewşa wî giran dibe û terkî mirinê hatiye kirin. Girtiyan, da zanîn ku rayedar ji bo dermankirinê tiştekî nakin.
Li girtîgehan hêjmara girtiyên nexweş ên siyasî her ku diçe zêde dibe. Girtiyên nexweş ji ber ku di nava şert û mercên baş de û di dema xwe de nayên dermankirin rewşa wan her ku diçe girantir dibin. Gelek girtiyên nexweş jî terkî mirinê hatine kirin. Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrisê hatin kirin jî terkî mirine hatine kirin. Girtiyê nexweşiya kezebê Abdulmecît Arslan ku ji Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hat kirin jî rewşa wî her ku diçe giran dibe. Hevalên Abdulmecît Arslan ên girtîgehê nameyek şand û anîn ziman ku girtî nayên dermankirin û terkî mirinê tên kirin. Xwişka nexweşê mesenê Cengîz Sînan Halis Çelîk, Nesrîn Çelîk jî li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, birayê xwe ziyaret kir û der barê nexweşiya birayê xwe de agahî da. Çelîk, da zanîn ku birayê wê 2 meh û nîv in sewqî Metrîsê hatiye kirin û tenê carekê şandine nexweşxaneyê û derman nekirine.
Hevalên Abdulmecit Arslan di nameya xwe de diyar kirin ku hevalê wan Abdulmecit Arslan ji Tekîrdagê sewqî Metrîsê hatiye kirin û wiha nivîsandin: "Hevalê li Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekîrdagê şaş hat teşhîskirin. Ewil negotin nexweşiya kezebê ye û tenê gotin bronşît e. Piştî bijişkeke din teşhîs dike vê carê sewqî Metrise dikin."
Girtiyan di nameyê de dan zanîn ku piştî Arslan ji Tekîrdagê sewqî Metrîse hatiye kirin rewşa wî xerabtir bûye û wiha cih dan nameyê: "Hevalê me ji ber nexweşiya kezebê her roj xwîn tu dike, Xwîn ji qirika wî tê. Pir zêde zeîf dibe. Her tim di nava eşê deye. Dîsa ji ber nexweşiya gurçike jî êşek din dijî."
Girtiyan, xwestin ku hevalen wan demek berî demekê bê dermankirin û wiha nivîsandin: "Me ji bo nexweşiya hevalê xwe derman xwest. Lê dermanek din dan. Em ji ber rewşa hevalê xwe pir bi fikar in. Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîse qet nayê dermankirin."
Parêzera li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî Prz. Ayşe Acînîklî ji anî ziman ku ji bo cezayê Arslan bê taloqkirin ew ê serlêdanan bikin.
Xwişka Cengiz Sinan Halis Çelik Nesrin Çelîk jî anî ziman ku birayê wê terkî mirinê hatiye kirin û wiha got: "Tevî ku min berê min randewû ji nexweşxaneyê xwestibû di 7'ê Cotmehê de sewq kirin. Em dixwazin ji bo birayê min û girtiyên nexweş ên li Girtigeha Tîpa R a Metrîsê ji bo dermankirinê şert û merc bên avakirin. Girtiyên nexweş yen li vir terkî mirinê hatine kirin. Dermankirina birayê min bi qasî tê xwestin nayê kirin. Birayê min 2 meh û nîv e li wir e, lê tenê di 7'ê Cotmehê de birin nexweşxaneyê."
Rayedarên Girtîgeha Tîpa R a Metrisê jî der barê taloqkirina nexweş Cengiz Sinan Halis Çelik de diyar kirin ku ji ber leşker tune bû wî bibin wisa taloq kirine. Rayedaran ji bo nexweş Abdulmecit Arslan jî anî ziman ku gavên pêwist hatiye avêtin û sewqî Saziya Tipa Edlî hatine kirin.