Li girtîgeha tîpa M ya Êlihê îşkence
Li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê tên ragirtin zexteke giran tê kirin. Girtiyan bi rêya nameyekê banga hişyariyê kirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe nameyek şandin. Girtiyên siyasî di nameyê de diyar kirin ku polîtîkayên şer ên AKP'ê li girtîgehê jî tên meşandin.
Di nameyê de hat ragihandin ku her hevalekî wan ê ji binê çavan tînin girtîgehê, ya qefesa sînga wan hatine şikandin, ya rastî destdirêjiyê tên yan jî bêyî ku tedawiya wan bê kirin bi birîndarî tînin girtÎgehê. Girtiyan dan xuyakirin ku yên bi birîndarî tînin girtîgehê, li girtîgehê jî tedawiya wan nayê kirin.
Girtiyan dan zanîn ku gilî û gazinên wan ên li ser vê rewşê, ji aliyê dozgeriyê ve ji nedîtî ve tên û destnîşan kirin ku protestoyeke wan a herî biçûk jî bi sûcdariya 'destpêkirina îsyanê' bi cezayên giran ên dîsîplînê tên cezakirin.
Di nameyê de hat gotin, "Heta niha ji girtîgehê 67 kes ji bo girtîgeheke din hatine sirgûnkirin. Li şûna girtiyên siyasî yên hatine sirgûnkirin, çeteyên Hîzbûllah û DAIŞ'ê tên anîn."