Li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê 'tekmîl' tê ferzkirin
Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, ji bo axaftina bi telefonê ya heftane, şertê tekmîlê li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin.
Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, ji bo axaftina bi telefonê ya heftane, şertê tekmîlê li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin.
Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, ji bo axaftina bi telefonê ya heftane, şertê tekmîlê li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin. Serdal Bozkûrt kekê hikumxwarê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê tê ragirtin Abdulkadîr Bozkûrt ji ANF'ê peyivî û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê di axaftina heftane ya bi telefonê de şertê dayîna tekmîla nav, paşnav, hucreyê ferz dike û yên li gorî vî şertî tevnagerin, ji mafê axaftina bi telefonê bêpar tên hiştin. Bozkûrt da xuyakirin ku ew duh bi rêya telefonê bi birayê xwe re diaxivî, lê ji nişka ve dengê qarînê hat û telefon qut bû. Bozkûrt denstîşan kir, ku li Tirkiyeya nû ya AKP'ê, pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê ji nû ve ketiye meriyetê.
TEKMÎL NEBE, TELEFON JÎ NÎNE
Pêkanînên rewşa awarte yên AKP li Kurdistanê dimeşîne, li girtîgehan jî di meriyetê de ne. Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Tekîrdagê, li ser girtiyên siyasî yên bi heftane bi malbata xwe re bi rêya telefone diaxivin, şertê dayîna tekmîlê tê ferzkirin. Ev pêkanîn, di axaftina Serdal Bozkûrt bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdulkadîr Bozkûrt re derket holê. Serdal Bozkûrt diyar kir ku birayê wî jê re ragihandiye ku rêveberiya girtîgehê ji bo axaftina bi telefonê, şertê dayîna tekmîlê li ser girtiyên siyasî ferz dike û got, "Çarşemê hefteya derbasbûyî ez bi birayê xwe re axivîm. Wî ji min re got, ku eger ji niha û pê ve ew di telefonê de tekmîla nav, paşnav û hucreyê nede, nikaribe êdî bi telefonê biaxive. Anî ziman ku ew ê vê sîstema leşkerî qebûl neke û ji niha û pê ve dibe ku nikaribe bi telefonê biaxive."
EGER TIŞTEKÎ BI BIRAYÊ MIN BIKIN, BERPIRSYARÊ VÊ HIKÛMET E
Bozkûrt diyar kir ku birayê wî duh dîsa lê geriya ye, bi tenê kariye bêje 'tu çawayî, başî' dûre telefonê dengê qîrîniyê hatiye û telefon qut bûye û anî ziman ku ew ji rewşa birayê xwe bi endîşe ye. Bozkûrt da zanîn ku birayê wî yê ji doza PKK'ê hikum xwariye, beirya niha rastî lêdana 7 gardiyanan hat û timî rastî zextê tê. Bozkûrt anî ziman ku di Tirkiyeya nû ya AKP'ê de pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê vegeriyane û got, "Em vê qebûl nakin. Girtiyên siyasî ji xwe dîl girtine, qîma xwe bi vê jî nînin û radibin van pêkanînên faşîzan ferz dikin. Eger tiştek bê serê birayê min, berpirsyarê vê hikûmet e."