Li Girîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi erdê re kaş dikin

Hate ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li beşa ku hevdîtinê li gel malbatan bikin, ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin û bi erdê re tên kaşkirin.

Xwişka Latîf Mollaahmetoglû yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne Dîlan Mollaahmetoglû, pirsgirêkên di girtîgehê de tên jiyîn vegotin. Dîlan Mollaahmetoglû, diyar kir ku wê di 2’yê kanûnê de bi telefonê bi birayê xwe re axivî û got: “Dema ku girtiyan dibin hevdîtinên parêzer û telefonê, bi erdê re kaş dikin û dibin. Ji ber ku girtiyan di dema pandemiyê de, li dijî binpêkirinên mafan li deriyan xistin û dirûşme berz kirin, vê nêzîkatiyê li girtiyan dikin.”

Mollaahmetoglû, qala pirsgirêkên di girtîgehê de tên jiyîn kir û got: “Di hevdîtina herî dawî ya meha Mijdarî de, min şahidiya êşkenceya li girtiyan tê kirin, kir. Birayê min bi erdê re kaş kirin û anîn hevdîtinê. Berî ku hevdîtina me xelas bibe jî, gardiyan ketin hûndirê kabîneya hevdîtinê û cardin bi erdê re kaş kirin û birin. Ev pêkanîn, hem ji bo me û hem jî ji bo girtiyan êşkenceya herî mezine. Em li pişt camê bûn, li ber çavê min birayê min li birayê min dan, êşkenceya lê hat kirin. Birayê min û girtiyên din li dijî vê pêkanînê li ber xwe dan. Lê ev nêzîkatiya xirab hîn jî dewam dike.”

Mollaahmetoglû, destnîşan kir ku wan bihîstine ku gardiyen û xebatkarên kantî yên girtîgehê bi vîrûsê ketine û wiha bilêv kir: “Birayê min di hevdîtina telefonê de, ji min re got, ji ber ku gardiyen bi vîrûsê ketine, kar û xebata di girtîgehê de rawestiyaye. Kesên ku cezayên wan bi dawî bûne jî, di dema derketinê de pirsgirêkên cîdî dijîn.”

Ji bo ku em pirsa van binpêkirinên mafan ên li Girtîgehê tên jiyîn bikin, me bi telefonê li girtîgehê geriya. Lê rayedarên girtîgehê îdîa red kirin û dan zanîn ku gardiyan bi şewba vîrûsa koronayê neketin.