Li Gîessen û Freîburg çalakiya rûniştinê
Li Gîessen û Freîburg çalakiya rûniştinê
Li Gîessen û Freîburg çalakiya rûniştinê
Li bajarê Gîessen û Freîburgê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên DAIŞ’ê di saetên sibê de çalakiya rûniştinê pêk hat.
Li Gîessenê di saetên sibê de li ber avahiya şaredariyê Kurd û dostên Kurdan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakî bi dirûşmaya ‘Yan mirin yan Kobanê’ pêk hat û welatiyên derdorê eleqeyek mezin nîşan da û dirûşm hatin berzkirin, belavok hatin belavkirin.
Li bajarê Freîburgê jî li ber avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk hat û ber bi Zanîngeha Freîburgê meşiyan.
Pankarta ku DAIŞ şermezar dikirin hate hildan û li ber zanîngehê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Çalakgerên wê saet di 15’an meşê pêk bînin ji 17’an şûnd wê çalakiya xwe bidomînin.
Di vê navberê de saet di 15’an û şûnde li gelek bajarên Elmanyayê wê ji bo Kobanê mîtîng û meş pêk bên.