Li Geverê qeza: 21 kes birîndar bûn

Li Geverê qeza: 21 kes birîndar bûn

Li navçeya Gever a Colemêrgê traktorekê kontrola xwe wenda kir û qûlipî. Di encama qezayê de 21 kesê di traktorê birîndar bûn.

Li navçeya Gever a Colemêrgê li taxa Dîze  traktora ji aliyê Faysal Kazan ve dihat bikaranîn û ji girê Kişla dihat xwarê, kontrola xwe wenda kir û traktor qelibî. Di qezayê de ajokarê traktorê û kesên bi navê Muhengîz Kazan, Zelîha Ozcanan, Meşure Oyman, Îsmet Guleryuz, Hasret Guleryuz, Sevîm Kazan, Seyran Çekîk, Zubeyde Çekîk, Îshak Kazan, Şacan Tumer, Sînem Kazan, Gulnaz Kozay û 9 kesê navê wan nehat hînbûn birîndar bûn.

Birîndar bi ambulans û wesayîtên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Birîndarên ku xistin bin tedawiyê hate hînbûn ku rewşa 3 heban girane.