Li Gever û Kopê dikan nehatin vekirin
Li Gever û Kopê dikan nehatin vekirin
Li Gever û Kopê dikan nehatin vekirin
Dikandarên Geverê, ji ber qetilkirina ciwanê bi navê Rojhat Ozdel ji aliyê polîsan ve, derabeyên dikanên xwe venekirin. Li navçeya Mûş Kopê jî dikandaran ji bo Şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) û Rojhat Ozdel ê li Geverê polîsan ew înfaz kir dikanên xwe venekirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ji ber ku ciwanê bi navê Rojhat Ozdel (18) duh êvarê li taxa Esentepeyê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin, dikandaran dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşên nobedar, ti dikan nehatin vekirin. Li navçeyê bêdengî heye.
LI KOPÊ DIKAN NEHATIN VEKIRIN
Li navçeya Mûş Kopê jî dikandaran ji bo Şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) û Rojhat Ozdel ê li Geverê polîsan ew înfaz kir dikanên xwe venekirin.
Li navçeyê hemû dikan girtîne û welatî li ber avahiya DBP'ê dest bi kombûnê dikin.
Li navçeyê tedbîrên awarte hatine girtin. Di saetên pêş de girseya gel wê konê sersaxiyê yê ji bo Şervana YPJ'ê Bîngol li taxa Kulturê hatiye vedan, ziyaret bike.