Desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê ya Qersê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran hat protestokirin.
QERS
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo protestokirina Şaredariya Qaxizmanê meşek li dar xist.
Meşê li pêşiya Şaredariya Qaxizmanê dest pêkir û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît , parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz, Heval Bozdag, Necla Demîr, Yilmaz Hûn û rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan beşdar bûn.
Meşê heta avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dewam kir.
Meşvanan li ser rêya xwe seredana esnafan kirin û dan zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî desteserkirina şaredariyan bidomînin. Gelê navçeyê jî eleqeyeke mezin nîşanî meşvavan da.
ANTALYA
Li ber avahiya DEM Partiyê ya Antalyayê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdag di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku destkeftiyên gel careke din hatin desteserkirin. Evîn Akdag anî ziman ku "darbeyên qeyûm" weke sepanên rejîmê didome û got: “Şandina qeyûman darbeyeke sivîl a desthilatê li dijî rêveberiyên xwecihî ye. Ev yek binpêkirina destûra bingehîn, qanûn, hilbijartin û vîna gel e. AKP hewl dide bi darê zorê şaredariyan desteser bike. Ev rejîm bi her darbeya qeyûman û bi desteserkirina vîna şaredariyan re rewatiya xwe ya demokratîk winda dike. Em ê li her derê vîna gel biparêzin.”
AMED
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber AZC Plaza ya semta Ofîsê daxuyanî da. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em vîna gel diparêzin, qeyûm darbe ye” rakirin û dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” berz kirin. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Mûstafa Mesût Kaya daxuyanî da. Mûstafa Mesût Kaya diyar kir ku bi cezayên ne hiqûqî vîna gel desteser dikin û got: “Cezayê nehiqûqî li Hevşaredarê Qaxizmanê yê DEM Partiyê Mehmet Alkan birîn û piştî wê jî qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Ev xeleka nû ya êrîşa sîstematîk a li dijî vîna gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên qeyûman ên ku bi salan e ji bo tinekirina destketiyên Kurdan ên demokratîk dimeşîne, eşkere mafê hilbijartinê binpê dike. Tayînkirina qeyûman ne tenê di warê siyasî de, di warê aborî de jî dibe sedema wêraniyeke mezin. Qeyûm xizmetên zimanê Kurdî asteng dike. Em êrîşên li ser vîna gel qebûl nakin.”
ENQERE
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li kolana Sakarya ya navçeya Çankayayê hatin ba hev û daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede vîna min” hat vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatin Kanat di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku cezayê ku li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hatiye birîn, biryareke siyasî ye û got: “Ev desthilatdariya ku gav bi gav hêza xwe winda dike û li ber çavê gel baweriya xwe jî winda dike. Hewl dide bi êrîşa li dijî muxalefetê hebûna xwe biparêze. Desthilat dibêje qey ew ê bi tirs, zext û zordariyê dikare civakê bi rê ve bibe, lê ew di nava xeletiyeke mezin de ye.”
Kanat da zanîn ku bi şandina qeyûman yekîtî û aştî pêk nayê û got: “Gelê şer naxwaze. Gelê me wekhevî, mafê zimanê dayikê û azadiya ramanê dixwaze. Desthilat divê qeyûman paşve bikşîne, vîna gel nas bike û hemû girtiyan serbest berde. Divê desthilat bizanibe ku ji diyalog û aştiyê pêvtir ti rêyeke din tineye.”