Li Gavleyê çalakiya xwedîderketina li Kobanê

Li Gavleyê çalakiya xwedîderketina li Kobanê

Li bajarê Gavle yê Swêdê bi armanca êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Rojava rawestin bi daxwaza ku saziyên navneteweyî bikevin nav tevgerê greva birçîbûnê ya 3 rojan pêk hat. Kurdan duh êvarî çalakiya xwedîderketina li Kobanê pêk anîn.

Siyasetmedarên Kurd û Swêdî di çalakiya ku li qada herî qerebalix a bajêr pêk hat de axivîn û hikûmeta AKP’ê ya ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê bi zimanekî tund şermezar kirin. Hat gotin ku yên li dijî êrîşên li hemberî Kobanê bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne.

Di çalakiyê de çalakgerên ketin grevê daxwazên xwe anîn ziman û hat gotin ku divê Wezareta Karên Derve ya Swêdê heyetekê bişîne Kobanê û daxwaz kirin ku bila Tirkiye piştgiriya ji bo DAIŞ’ê bide sekinandin û sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bê vekirin.

Cemal Rojhilat di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Gelê Kobanê di bin tehdîda qirkirina DAIŞ’ê de ye û  ew heta dawiyê dê piştgiriyê bidin berxwedana bi rûmet ya gelê Kurd.

Di çalakiyê de hunermendê Kurd Ferît û Nîlûferê ji bo Kobanê stran gotin.

Kurdan greva sê rojan bi dawî kir û gotin wê çalakiyên cuda pêk bînin.