Li Fransayê êrîşên dij-semîtîst gihiştin asteke dijwar
Li Fransayê êrîşên dij-semîtîst gihiştin asteke dijwar
Li Fransayê êrîşên dij-semîtîst gihiştin asteke dijwar
Li Fransayê di meha buhrî de û 1’ê Kanûnê de êrîşên şîdet û tacîzê yên li dijî Yahudiyan gihiştiye asteke dij-semîtîzmê. Di nava vê salê de sûcên dij-semîtîst li gorî sala buhrî ji sedî 91 zêde bûye û ev jî civaka Yahudî dike fikaran û di nava kesên koçî Îsraîlê dikin jî Yahudiyên Fransayê di rêza yekem de cih digirin.
Li bajarê Creteîl a Fransayê êrîşên çeteyên li dijî Yahudiyan tên axaftin. Di 10’ê Mijdarê de 4 ciwanan li extiyarekî 70 salî xistibûn, di rojên buhrî de ciwanekî bi ser daweta Yahudiyan de girtibû. Bûk û zavayê Yahudî dîl hatibûn girtin û tecawîzê keçikê kiribûn.
Di dema êrîşê de êrîşkaran nasnameya wan a Yahudîbûnê derxistibû holê û gotibûn; 'Yahudî ji xwe dewlemend in’. Di 3’ê Mijdarê de êrîşkarên temenê wan di navbera 18 û 20’an yên bi navê Lacî, Yazîn û Omer hatibûn binçavkirin û yek jî hê nehatiye dîtin.
CRIF: REWŞ XERABTIR DIBE
Li Fransaya ku nêzî 500 hezar Yahudî lê dijîn, piştî van êrîşên derveyî mirovahiyê, fikarên Yahudiyan zêde bû. Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande der barê êrîşan de daxuyanî da û got ku ev êrîş nayên qebûlkirin. Serokwezîr Manuel Valls jî got ku divê têkoşîna li dijî dij-semîtîzmê bê dayîn.
Serokê Konseya Desteya Yahudiyan (CRIF) Roger Cukierman jî destnîşan kir ku di salên dawî de li welat dijminahiya li dijî Yahudiyan her diçe zêde dibe û divê pêşî lê bê girtin. Cukîerman got ku ev pêkanînên xerab hê didomin û pêşdarazên li hemberî Yahudiyan zerarên mezin didin.
JI SEDÎ 91 ZÊDE BÛYE
Li gorî daneyên CRIF’ê di 7 mehên destpêkê yên îsal de sûcên li dijî Yahudiyan hatine kirin, li gorî sala buhrî ji sedî 91 zêde bûye. Li gorî daneyan di sûcên ku tên kirin de guherîn hene, bi taybet êrîşên komên çeteyan û hedef girtin zêde bûne.
Li gorî parêzerê her du ciwanên li Creteîl rastî tecawiz û tacîzê hatine, çeteyan kes hilbijartine û li ser planekê ev kirine. Parêzer got ku vê koma çeteyan ciwanê 21 salî yê Yahudî bi rojan şopandine û berê bi hinceta ‘daxwaza şekir’ çûne daîreya bavê ciwan.
Her wiha got ku ev çete li gel dijminahiya li dijî çeteyan ji bazirganya tiryakê jî berê sûcê wan heye.
YAHUDIYÊN FRANSAYÊ DI RÊZA YEKEM DE NE
Li Fransayê di salên dawî ev pêkanên li dijî Yahudiyan balê dikişînin. Pêşendanên Komedyenê navdar ê Fransayê Dieudonné ku henekê xwe bi Yahudiyan dikir û înkar dikir, li seranserê welat hat qedexekirin û li gel vê jî eleqeyek mezin dibîne.
Dij-semîtîstên ku komkujiyên Îsraîlê yên li Filistînê pêk anîne wek hincet nîşan didin, hewl didin li ser malperên înternetê dijminahiya Yahudiyan belav bikin.
Civaka herî mezin a Yahudiyan li Fransayê dijîn. Lê bi hezaran welat terk dikin. Beşeke mezin a Fransayê terk dikin, diçin Îsraîlê.