BI DÎMEN

Li Fransayê 1’ê Gulanê: Li gelek navendan şer çêbû

Li gelek navendên Fransayê, di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de di navbera polîs û xwepêşanderan şer çêbû.

 

 

Li gelek bajarên Fransayê rojeva kesên ku ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê daketin qadan, hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn a di 7’ê Gulanê de, şertên xebatê yên dijwar û kêşeyên sosyolojîk û ekonomîk bû.

Li Parîsê bi beşdariya bi dehan sendîka, partiyên siyasî, komên antî kapîtalîst û antî faşîst bi deh hezaran kes ji bo cejna karkeran a 1’ê Gulanê meşiyan.

Di meşa Parîsê de dijberiya Marîne Le Pen ê nîjadperest derkete pêş ê ku di hilbijartina serokkomariyê de ma ji tûra duyemîn re.

Di meşê de slogana “Nî Macro nî Le Pen” hate berzkirin.

Di meşê de ya ku ji Qada Répûbliqûe heta Qada Nationê hate kirin di navbera polîs û komên antî faşîst û antî kapîtalîst şer çêbû.

Di şerê Parîsê de li hemberî bombeyên gazê, xwepêşanderan jî bi molotofkokteylan bersiv dan polîsan. Di şer de li kargehên derdorê xisara maddî çêbû. Bi dehan polîs û xwepêşander birîndar bûn û gelek xwepêşander jî hatin binçavkirin.

Tê diyarkirin ku li bajarên din jî di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de di navbera polîs û xwepêşanderan de şer çêdibe.