Li Fransa hilbijêr ji bo dengê 'NA' diçin ser sindoqan
Ji bo referandûma ku di 16'ê Nîsanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk were, dengdayîna li Fransayê didome.
Ji bo referandûma ku di 16'ê Nîsanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk were, dengdayîna li Fransayê didome.
Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û Tirkiyeyî di saetên sibê de çûn sefaretxaneya Tirk a li Parîsê û dengê NA bikaranîn, bang li kesên dengê xwe bikar neanîne kirin ku biçin dengê xwe bikar bînin.
Bi organîzekirina Navenda Civaka Demokarîk a Kurd li bajarê Fransa Creîlê 103 hilbijêr, li bajarê Reîmsê ji konvoya ku ji 10 wesayitan pêk tê bi kom çûn dengê xwe bikar anîn.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Creîlê Azmî Guven bibir xist ku ji bo dengdayin bi dawî bibe tenê 2 roj mane û wiha got: "Pêwîste gelê me li dijî qetlîamên ku faşîzma Erdogan û AKP'ê yên li bajarên Kurdan kirî biçin ser sindoqan û bibêjin NA. Yên ku ne çûyin ser sindoqan û dengê xwe bikarne anîn tê wê wateyê ku ji referandûmê re dibêjin 'erê'. Ji ber vê sedemê pêwîste hemû kesan van 2 rojên dawî baş binirxîne û biçin ser sindoqan, bersiva pêwîst bidin faşîzma AKP'ê û MHP'ê."