Li Forûma Çep a Swêdê peyama piştevaniya bi şaredariyên HDP'ê re

Forûma Navneteweyî ya Çep a Swêdê diyar kir ku ew piştgiriyê didin hevşaredarên Wan, Mêrdîn û Amedê û jinên ku xwedî li îradeya xwe derdikevin.

Forûma Navneteweyî ya Çep a Swêdê tayînkirina qeyûman li şaredariyên Kurdan ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hate kirin şermezar kir.

Seroka Forûmê Johanna Elîasson tevî endamên desteya rêveber daxuyaniyeke bi dîmen weşand û ji bo desteserkirina sê şaredariyên HDP'î got, "Bi navê Forûma Çep a Navneteweyî em piştgiriyê didin wan jinan ku ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşin. Jin li dijî TOMA û bombeyên gazê dengê xwe bilind dikin. Tevlîbûna jinan li pêvajoyên aştiyê diyarker e."

Elîasson û endamên desteya rêveber bang li dewleta Tirk kirin ku hurmetê nîşanî hilbijartina demokratîk bidin û ji bo gelên Amed, Mêrdîn û Wanê gotin, "Têkoşîna we têkoşîna me ye. Li ber xwe bide Amed, Mêrdîn û Wan."