Li Fîlîpîniyan hişyariya tofanê

Li Fîlîpîniyan hişyariya tofanê

Li Fîlîpîniyan hişyariya tofana Haiyan hat dayîn. Rayedaran biryar dan ku ji ber tofanê xizmetên rêyên hesinî bên betalkirin û bang li masîgiran kirin ku vegerin û neçin nêçirê.

Rayedaran ragihandin ku tofana Haiyan dê bigihêje leza saetê 215 kîlometreyî û destnîşan kirin ku ji destpêka salê û vir ve ew bi tofana herî dijwar re rû bi rû ne.

Li gorî pisporên meteoroljiyê tofan dê roja Înê danê nîvro xwe bigihîne xaka Fîlîpîniyan. Li herêmên tê payîn tofan bandorê lê bike, rayedar anonsan dikin ku şêniyên herêman biçin cihên ewle.

Salê derdora 20 tofan di ser Fîlîpîniyan re dibihurin. Tofana bi navê Washî ya sala 2011'an rê li ber mrina 1.200 kesî, veguhastina 300 hezar kesî û bêmal mayîna 10 hezar kesî vekiribû.