Li Farqînê sê kes hatin binçavkirin
Li Farqînê sê kes hatin binçavkirin
Li Farqînê sê kes hatin binçavkirin
Li Farqînê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, vê sibehê polîsan bi ser malan de girtin û yek jê zarok 3 kes binçavkirin.
Li navçeya Farqîn a Amedê li kolana Egîtîm a taxa Baglarê û li kolana 830’î bi ser du malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de belavkarê rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gudemê Abdulmelîk Akin (20) û Emîn N. (39) û kurê wî yê 15 salî M.N hatin binçavkirin.
Di serdegirtina malan de hemû amûrên malê hatin belavkirin. Dayika Abdulmelîk Akin, Eyşan Akin diyar kir ku dema kurê wî binçavkirine polîsan şîdet li kurê wê kiriye.