Li Farqînê ji bo 9 zarokan cezayê pere

Li Farqînê ji bo 9 zarokan cezayê pere

Li navçeya Farqîn a Amedê 9 zarokên ku bi îdîaya tevlî çalakiyên protestokirina êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji Tirkiyeyê, hatin binçavkirin û li gorî Qanûna Sûcan rastî 189 lîra cezayê pere hatin. Malbatan ceza qebûl nekir.

Li navçeya Farqîn a Amedê zarokên bi navê  F.K., H.E., A.B., İ.H.E., M.B., H.Y., A.A., A.T. û E.H. bi sedema ku tevlî çalakiyên protestokirina êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê, hatin binçavkirin û serbest hatin berdan, lê li gorî Qanûna Sûcan a Hejmar 5326’an ji her malbata zarokekî re 189 lîra pere ceza hat birîn.

Malbatan ceza qebûl nekir û beyî îmzeyan biavêjin kaxizan zarokên xwe girtin û ji edliyeyê derketin.