Li Ewrûpayê xebatên ji bo HDP’ê didomin

Li gelek welatên Ewrûpayê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê xebat bi giyanê seferberiyê didome. Gel li dora HDP’ê bûne xeleq.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de siyasetmedar Cûma Tak axivî û got, “Yan ew ê gelên Tirkiyeyê di bin faşîzmeke giran de bimînin an jî ew ê faşîzm têk biçe û jiyana azad ew ê were avakirin.”

Li bajarên Mûlhoûse, Besançon û Montbelîard ê Fransayê jî civîn hatin lidarxistin û hate diyarkirin ku tifaqa demokrasî û azadiyê tekane navnîşan e.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîmm ê Elmanyayê jî civîneke gel hate lidarxistin û parlementerê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer tevlî civînê bû.

Uçer di civînê de diyar kir ku divê gel biçe ser sindoqan û got “Dengek jî dikare gelek tiştan biguherîne."

Bi organîzekirina Komîsyona Hilbijartinê ew ê ji bo HDP’ê stand were vekirin, di 23’ê Gulanê de mîtîng û di 29’ê Gulanê de jî ew ê panelek were lidarxistin.

STÛTTGART

Li bajarê Sttûtgar ê Elmanyayê li Qada Schloplatzê jî xebatên ji bo hilbijartinê hatin destpêkirin. Nêzî 500 kes bi alayên HDP’ê tevlî vê mîtînga hevgirtina ji bo HDP’ê bûn.

Parlementera HDP’ê Nûrsel Aydogan û fûtbolvan Denîz Nakî jî tevlî tevlî mîtîngê bûn.

Nakî qala girîngiya dengên Ewrûpayê kir û got, “Xebatên ji bo Cizîr, Sûr û Kobanê hatibûn kirin, niha jî divê ji bo Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê were kirin.”

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê xebat didomin.

Nûnerên saziyan li NCKD’ê hatin ba hev û biryar dan ku bi giyanê seferberiyê xebatên xwe bidomînin.

ATÎK, AGÎF, KKB, SKB, Meclîsa Jinan a Rojbîn, nûnerên DÎDF’ê parlementerên berê yên HDP’ê Kemal Aktaş û Hasîp Kaplan jî tevlî civînê bûn.

Danezana hevpar a 49 saziyan ji aliyê nûnerê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû hate xwendin.

LÎNZ

Li bajarê Lînzê yê Avûstûryayê bi tevlêbûna parlementera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer panelek hate lidarxistin.

Hezer di panelê de bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdan û diyar kir ku HDP ew ê hemû rengan di meclîsê de temsîl bike.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê bi pêşengiya Platforma Hilbijartinê ya HDP’ê bi tevlêbûna bi sedan kesan civîneke gel hate lidarxistin.

Li ser navê platformê Onûr Guler diyar kir ku ev hilbijartin ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê girîngiya xwe heye û got, “Her dengê ku em ê bidin têkoşîna azadî û demokrasiyê, ew ê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bloke bike.”

Di civînê de parlementerê HDP’ê Faysal Sarilyildiz jî axivî û got “Armanca me ev e ku di tûra pêşîn de û ya duyemîn de namzetê me bi ser bikeve. Di heman demê de em dixwazin HDP benda hilbijartinê derbas bike û bi awayê ku ji 7’ê Hezîranê xurttir di meclîsê de cih bigire.”

KLEVE

Li navçeya Kleve ya Elmanyayê têkildarî 24’ê Hezîranê civîneke gel hate lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sarilyildiz jî tevlî vê civînê bû.