Li Ewropayê ‘tedbîrên ewlekariyê” tên zêdekirin

Piştî êrîşên Parîsê Yekîtiya Ewropa, xwe amade dike çarçoveya qanûnên antî-teror berfireh bike û qanûnan dijwartir bike.

Piştî êrîşên Parîsê Yekîtiya Ewropa, xwe amade dike çarçoveya qanûnên antî-teror berfireh bike û qanûnan dijwartir bike. Komîsyona Ewropa ya navgîna zagonsaziya Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê de diyar kir ku li welatên yekîtiyê wê qanûnên antî-terorê bên dijwarkirin.

Heta dawiya vê mehê wê li welatên YE firotina çekan bi rêya onlîne yan jî ji mexazeyên çekan bên sînordarkirin. Di rojevê de ye ku qanûneke gera bi çekan û çekên şexsî dijwar bike di parlamentoyê de bê derbaskirin. Li gor qanûna nû seyaheta ji bo tevlîbûna rêxistinên radîkal û xebatên terorê jî wê di çarçoveya ceza de be.

Her wiha qanûn dihêle ku welatiyên YE yên ji bo tevlîbûna rêxistinên radîkal welatên xwe diterikînin jî dema vegeriyan mûameleya şervanên biyanî bibînin. Di dawiya vê salê de wê zagona Sîstema Kontrola Rêwiyan a li welatên Yekîtiyê de agahiyên şexsî yên rêwiyên balafiran belav dike û lîsteyên rêwiyan dide tevahî welatên endamên Yekîtiyê wê di parlamentoyê de dengdayîn pêk bê.

Ji bo qanûn derbas bibe Fransa li ser welatên din zextê ava dike. Ev qanûn, di meha Çile piştî êrîşa xwînî ya li hember kovara mîzahê ya Charlîe Hebdo ketibû rojevê.

Ji Komîsyona Penaberî û Hemwelatiyê ya YE Dîmîtrîs Avramopoûlos di civîna çapemeniyê ya roja Çarşemê de diyar kiribû hêvî dikin ku çarçoveya qanûnên antî terorê yên YE yên tên firehkirin wê di mehên destpêka 2016’an de li gor qanûnên neteweyî yên 28 welatên endam bên temamkirin.