Li Ewropayê karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê dewam dike

Li Ewropayê, karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dike. Elewiyên ku destekê didin HDP'ê gotin, HDP yekane partî ye ku şensê jiyana bi hev re pêşkêş dike.

Li Ewropayê, karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dike. Elewiyên ku destekê didin HDP'ê gotin, HDP yekane partî ye ku şensê jiyana bi hev re pêşkêş dike.

TIROL: Li herêma Tirolê ya Awûstûryayê, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê li Navneda Çanda Elewiyan a Imstê civîneke gel li dar xist. Bi navê Nvaenda Çanda Elewiyan a Innsbruckê Abbas Dede li vir axivî û got, "Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de jî partiya ku herî zêde cih da namzetên saziyên Elewiyan HDP ye. Lewma dengê xwe bidin HDP'ê." Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî Îmam Yoldaş peyivî û got, "Erdnîgariya Anatolî û Mezopotamyayê heta niha gelek gel û bawerî di nava xwe de vehewandiye. Lê belê gelek caran hewl hatiye dayin ku şer di navbera van gel û baweriyan de bê derxistin. HDP yekane partî ye ku şensê jiyana bi hev re ji nû ve dide me."

ROERMOND: Li bajarê Roermond ê Hollandayê, bi beşdariya parlamentera Stenbolê ya HDP'yî Huda Kaya civîna gel hate lidarxistin. Kaya got, "Ya ku Yezîd doh li Kerbelayê anî serê Îmam Huseyîn, îro jî AKP dike. Yezîd, Mûaviyeyê serdema heyî AKP ye."

DEN HAAG: Li bajarekî din ê Hollandayê li Den Haagê jî doh du civînên gel hatin lidarxistin û xwarina fitarê hate dayin. Parlamentera Stenbolê ya HDP'yî Huda Kaya tevlî çalakiyên li Den Haagê jî bû. Kaya wê îro jî tevlî civîna gel a li Arnhemê bibe.

BERLIN: Li paytexta Elmanya Berlinê, NAV-DEM'ê bi Agiriyên li bajêr re civînek kir. Li navenda kreuzbergê jî ji bo HDP û Demîrtaş stand hatin danîn û gelek belavok hatin belavkirin. Wekî din, jinan jî serdana gelek malan kirin.

ESSLINGEN: Li Navenda Çanda Elewiyan a li bajarê Esslingen ê Elmanyayê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê civîna gel hate kirin. Hiqûqnas û nivîskar Alî Yildirim û Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) ya Elman Martin Aurbach tevlî civînê bûn. Yildirim got, "Hêvî heye, divê civaka Elewî vê yekê baş bibîne. Bi derbaskirina HDP'ê ji bendê re em dikarin dawî li desthilatdariya AKP'ê bînin." Aurbach jî serketin ji HDP'ê re xwest.

STUTTGART: Li herêmên Ludwigsburg û Ditzingen ên Stuttgartê jî, bi navê Platforma Stuttgartê ya HDP'ê hefteyekê belavok hatin belavkirin. Bi heman armancê li Navenda Çanda Elewiyan a Aalenê civîn hate lidarxistin û ji bo HDP'ê banga piştgiriyê hate kirin.

GOPPINGEN: Li bajarê Goppingenê, Platforma Stuttgartê ya HDP'ê bi Suryaniyan re hevdîtin kir. Nûnerên Suryaniyan soz dan ku wê piştgiriyê bidin HDP'ê. Li Stuttgartê wê bi navê hDP'ê zêdeyî 200 muşaît li ser sindoqan wezîfedar bin.

BERN/LOZAN: Dengdêrên li Swîsreyê wê di navbera 15-19'ê Hezîranê de dengê xwe bidin. Li ser mijarê li bajarên Swîsreyê civîn û panel tên lidarxistin. Li paytext Bernê, bi beşdariya hevserokê damezrîner ê SYKP'ê Tûncay Yilmaz û hevserokê berê yê KESK'ê Lamî Ozgen civîna gel pêk hat. Li Lozanê jî bi beşdariya Hevşaredar Sûrê Fatma Şik Barût û siyasetmedar-nivîskar Alî Orak civîneke gel hate lidarxistin. Qisekeran destnîşan kirin ku HDP ji bo gelên Kurdistan û Tİrkiyeyê yekane navnîşana çareseriyê ye.

MARIGNAN: Li bajarê Marignan ê Fransayê piştî fitarê civîna gel hate lidarxistin. Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer li civînê axivî û got, "HDP partiya jin, ciwan, Kurd, Tirk, Elewî, Misilman, Êzidî, Çerkez û hemû rengan e." Uçer ji her kesî xwest ku AKP'yiyekî qanih bike ku dengê xwe bide HDP'ê û got, "Em ê bi ser bikevin." Di civînê de stranbêjê TEV-ÇAND'ê Rênas Demhat jî derkete ser dikê.